Li Londonê ji bo Yekîtiya Netewî meşek hate lidarxistin

Li paytexta Brîtanya Londonê bi daxwaza yekîtiya neteweyî meşek hate lidarxistin.

Bi mebesta xwedîderketina li daxwazên yekîtiya neteweyî a gelê Kurd li paytexta Brîtanya Londonê meşek hate organîze kirin.

Meşa ku rêxistin, sazî û kesayetên ku tên naskirin tevlî bibûn li Meydana Trafalgarê dest pê kir.

Gel ber bi Serokwezîrtiyê û Wezareta Karên Derve meşiyan. Li pêşiya Wezareta Karên Derve mîtîngek lidarxist. Di axaftinên ku di mîtîngê de hatin kirin bangewaziyên ji bo avakirina yekîtiya netewî hatin kirin û li ser cidîyeta pêvajoyê bal hate kêşandin.

Ji 4 beşên Kurdistanê tevlî meşê bibûn û alayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin.

Aktîvîst û rewşenbîrên Îngîlîz jî piştgirî dan meşê.