Li Londonê ji bo grevên birçîbûnê panel pêk hat

Li Londonê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, panela ku grevên birçîbûnê hatî gotubêjkriin pêk hat û di panelê de hate gotin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

i Londonê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ser grevên birçîbûn panelek pêk hat. Seroka ‘Koalîsyona Şer Bisekinîne’ Christine Blower, weke axaftvan; parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal jî bi riya Skypeyê tevlî panelê bûn.
 Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ê ku ji 14’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne jî tevlî panelê bûn.

Seroka berê ya Sendikaya Perwerdekarên Brîtanyayî û hevseroka Înîsiyatîfa ‘Ji Ocalan Re Azadî’ Christine Blower, di panelê de axivî û diyar kir ku Tevgera Kedê ya Brîtanyayê di dema xwe de ji bo Nelson Mandela kampanyayên mezin li dar xisitine û niha jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin. Blower got, “Ocalan, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane xwedî risteke jêneger e. Ez di vî warî de fikrên birêz Ocalan gelek hêja dibînim. Nexasim jî nirxandina wî ya ku dibêje heta jin azad nebe, civak azad nabe, ji bo me gelek girîng e."

TECRÎD ÊŞKENCE YE
Sazkar û serokê ‘Stop The War Coalition (Koalîsyona şer rawestîne)’ ku organîzasyona herî mezin a li dijî şer e, Lindsay German jî got, “Tecrîd rêbazekî êşkencê ye. Tirkiye mafê herî biçûk ê mirovan jî binpê dike. Ti hiqûq nemaye, ti bingeha vê tecrîdê nîne. Di kesayetiya Ocalan de dixwazin vîna civakê bişkînin û ev jî rêbazeke eşkere ya êşkencê ye.”

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal jî bi Skype tevlî panelê bû di derbarê tecrîdê de axivî.