Li Londrayê Dîcle, Xelîl û Dep hatin bibîranîn

Li Londrayê Huseyîn Boyraz (Rûbar Dîcle), Nîhat Ayaz (Xelîl) û Ahmet Kiliç (Mûrat Dep) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya 6’ê Çileya 2017’an de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê Huseyîn Boyraz (Rûbar Dîcle), Nîhat Ayaz (Xelîl) û Ahmet Kiliç (Mûrat Dep) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya 6’ê Çileya 2017’an de şehîd bûbûn, bi merasîmekê bîranîn.

Merasîm li Kurdish Community Center a li Harîngeyê hate lidarxistin, malbata Boyraz û Kiliç û malbatên şehîdan beşdar bûn. Nûnerên rêxistinên demokratîk û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre sînevîzyona ku qala Rûbar Dîcle û hevrêyên wî dike hate nîşandan.

‘ŞEHÎD XETA ME YA SOR E’

Birayê Huseyîn Boyraz û hevalê wî yê têkoşînê Alî Poyraz axivî û got pêvajoya têkoşîna ya her sê şoreşgeran sedsaleke.

Poyraz wiha domand; “Ne tenê ji bo me. Hûn jî dizanin di vê têkoşînê de heval Rûbar û 3 birayên min şehîd bûn. Em dizanin ku ev şehîdên me ji şehadeta Haqî Karer ve şehîdên ku bûne çavkaniya îlhamê û ji niha pêve we wiha be. Şehîd ji bo me xeta sor in. Ji ber ku yên nirxên îro avakirine kedkdarên bingehîn ew in. Wê hertim ji bo me rê nîşan bidin.”

‘TU CARAN ÇONG DANAYNIN’

Poyraz bi domdari got; “Dime li kolanan em qetil kiribin. Avêtibin zindanan û êşkence kiribin. Lê tu caran em çong danaynin. Faşîzma AKP’ê êrîşên xwe yên li dijî kedkarên Tirkiyeyê, gelê Kurd û kêm netewan didomîne. Lê vêya baş bizanin ku weke di paşerojê de jî îro jî gelê Kurd û şoreşger tu caran çong danaynın. Mirovên me yên ku ji faşîzmê ser serî na tewînin û çong danaynin wê ji niha û pêve jî li beramberî faşîzma AKP-MHP’ê serî ne tewînin û çong danaynin”

Di merasîmê de axaftina bi dîmen ya Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan ya têkildarî Rûbar Dîcle û hevalên wî hate temaşe kirin.

Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ hate berzkirin. Piştre Hozan Sewder derket ser dikê û merasîm bi guhdarkirina stranan bidawî bû.