Li Lîmbûrgê Omer Cager hate bibîranîn

Kurdistanî Omer Cager (Xoce) ku 22’ê Çileyê li Gottîngenê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Elmanya Lîmbûrgê hate bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Lîmbûrgê ve hate lidarxistin û ji gelek bajarê Elmanyayê Kurdistanî beşdar bûn. Bîranîn di şexsê Omer Cager de ji bo bîranîna tevayî şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) M. Emîn Yildiz axivî û wiha got; “Hevrê Xoce di jiyana têkoşîna xwe ya 35 salan de deqîqeyek ya xwe jib o malbat û xwe xerc nekir ji bo gelê xwe kir. Em jî weke gel û hevrêyên şehîd divê xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”

Piştre jînnameya Omer Çager hate xwendin. Keça Omer Çager, Munîse Çager axivî û wiha got; “Di jiyan têkoşîna 35 salan de her tim ji bo gelê xwe kar kir. Em minetdarê wî ne ku mîrasekî wiha yê têkoşînê ji me re hiştiye. Carekê birayê min pirs kiribû ‘dema welat hate rizgarkirin şûnde tê çi bikî’ Bavê min wiha got ‘Ez ê li welatên din ji bo gelên ku ji bo azadiya xwe şer dikin têbikoşim’. Piştî axaftina Munîse Çager dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd-Elmanya (YJK-E) Munevver Altûnişik jî aixvî.

Piştre sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Omer Cager dike hate nîşandan.

Bibîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bidawî bû.