Li Lîmassolê girtina Guven hate şermezarkirin

Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û Însiyatîfa Jinên Kurd, Kurdistanî tevî dostên xwe li Parka Moloz a Lîmassolê li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate hildan û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo", "Faşîst dewleta Tirk" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

Ji Însiyatîfa Jinên Kurd Fatma Dogan daxuyanî da û bal kişand ser êrişên dîktatoriya Erdogan a û faşîzmê yên li dijî Kurdan. Fatma Dogan diyar kir ku bi pêşengiya jinên Kurd wê dîktatorî biqede û dîktator bê darizandin.

Dogan anî ziman ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo mirovahiyê bi temamî metirsî ye û işaret bi girîngiya kampanya ji bo darizandina dîktator kir.

Di çalakiyê de bi çepik û tilîliyan dîlgirtina Guven hate şermezarkirin û di çarçoveya kampanya TJK-E'yê de ya bi navê "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" standa îmzeyan hate danîn. Li standê gelek îmze hatin komkirin.