Li Lîmasolê şehîdên 18’ê Gulanê û Setkarê HPG’yî hatin bibîranîn

Li bajarê Lîmasol ê Kibrisê şehîdên 18’ê Gulanê û gerîlayê HPG’ê Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) hatin bibîranîn.

Li bajarê Lîmasolê yê yê Kibrisê li Navenda Çanda Kurdan a Theîfolosê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Di bibîranînê de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn, Eşref Antik ên ku di 18’ê Gulana 1982’an de li Girtîgeha Amedê xwe şewitandibûn û gerîlayê HPG’ê Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) ê di 26’ê Gulana 2019’an de şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Endama Komîsyona Malbatên Şehîdan û li ser navê malbata Xemgîn Setkar, Fatma Jîrkî axivî û diyar kir ku têkoşîna li dijî faşîzma dewleta Tirk wê heta hetayê bidome.

Di çalakiyê de gerîlayên HPG’ê Gaffar Yilmaz, Zeynel Alakûş û Zeynel Gozubuyuk jî hatin bibîranîn ên ku di 7’ê Gulana 2020’an de şehîd bûbûn. Li ser navê malbata Gozubuyuk Yilmaz Çelîk axivî û got ku “Em ê tu carî nikaribin heqê şehîdan bidin. Em careke din sozê didin ku em ê bîranîna wan bidin jiyîn. Em ê li dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker têkoşîna azadiyê bilind bikin.”

Di çalakiyê de name û helbestên ji bo şehîdan hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.