Li Lîmasol û Hannoverê çalakiyên birçîbûnê
Li bajarê Lîmasol ê Qibris û bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, dewam dike.
Li bajarê Lîmasol ê Qibris û bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, dewam dike.
LÎMASOL
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bendê ye ku 6 rojan dom bike, 2 rojên destpêkê li Lefkoşa piştî hate kirin û şûnde li Lîmasolê dewam dike. Di çarçoveya grevê de standek hate vedan û belavok hatin belavkirin. Bi daxwaza rakirina tecrîdê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) ya ji bo çûna Îmraliyê û lêkolînkirinê, îmze hatin belavkirin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê çalakiya greva birçîbûnê di roja 4’an de dewam dike. Hevberdevka fraksyona herêma Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Jessîca Kaûben serdana çalakiyê kir. Kaûben peyama wê partiya wan piştgirî bike dabû.