Li Lefkoşayê têkoşîna Kurdan û dagirkeriya Tirkan hate nîqaşkirin

Li Lefkoşayê ya ku paytexta Kibrisê ye ‘Şerê parvekirinê yê li Rojhilata Navîn, Têkoşîna Kurd û Kurdistanê hate nîqaşkirin.’

Endamê KNK’ê Demîr Çelîk, li ser navê PYD’ê Salih Muslim,  siyasetmedarê Kurd Çerkez Korkmaz, endamê Dîplomasiya Navendî ya Çanda Kurd Lambros û gelek demokrat tevlî panelê bûn.

Korkmaz qala têkiliyên di navbera Elmanya û Tirkiyeyê kir û got “A niha li Elmanyayê gelek hevalên me di girtîgehê de ne. Ev ne hiqûqî ye û ev rewşeke siyasî ye.”

Endamê KNK’ê Demîr Çelîk jî got ku “Heke Kurdistan ne mêtingeh bûya wê Tirkiye bi armancên emperyalîst nekaribûya êrîşî Kibrisê bikira. Ji ber vê jî azadiya Kurdistanê tê wateya azadiya Kibrisê jî.” Çelîk di dûmahîka axaftina xwe de got ku “PKK hatiye asta tevgera rizgariyê û bi paradîgmaya xwe ji bo me hemûyan bûye hêvî. Welatên emperyalîst hewl didin vê paradîgmayê ji holê rakirin. Divê em kedkar û şoreşger jî li rêyên hevgirtinê bigerin.”

Parlementerê parlementoya Ewropayê Kostas Mavrîdîs jî diyar kir ku têkoşîna Kurdan rewa ye, PKK ne rêxistineke terorê ye û PKK tevgera azadiya Kurdistanê ye.

Endamê komîteya giştî ya partiya AKEL’ê Îlîas Dîmîtrîoûs jî got ku “Partiya me AKEL naxwaze ku PKK di nav lîsteya terorê de be.”

Serokê Giştî yê Partiya Keskan Gîorgos Perdîkîs jî got ku “Em her dem li ba Kurdan bûn û em ê dîsa bi Kurdan re bin.”

Salih Muslim jî qala geşedanên li Rojava kir û diyar kir ku gelê Kurd û Rûm bi têkoşîna hevpar dikarin azad bibin.