Li Lefkoşayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Qibrisî yên li bajarê Lefkoşa hatin ba hev êrîşên dagiker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê protesto kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Qibris Yogos Perdîkîs, Nûnera Partiya Sosyalîst a Qibris Elena Lympûrî û koma Sîklamen tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Qibrisê jî eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê da. Meşa ji pêşiya Wezareta Karê Hundir destpê kir heta pêşiya Sefaretxaneyên DYE û Rûsya dom kir.

Di çalakiyê de dagirkerî hate protestokirin û bi Sefaretxaneya DYE’yê re jî hevdîtinek pêk hat. Piştî hevdîtinê û şûnde ber bi Sefaretxaneya Rûsyayê ve girse ketin rê. Girseyê li vir mîtîngek kir. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê Rûsya desteka xwe ya dide Tirkiyeyê bi dawî bike û li pêşiya Osmaniya nû dixwaze bê kirin bigirin.

Her wiha di çalakiyê de nûnerên partiyên Qibrisê jî axivîn.