Li Lavrîo’yê de 41. Roj: Emê Rêberê xwe azad bikin
Li bajarê Lavrîo ya Yewnanîstanê çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 41. de ye. Çalakvan Welat Mêrdîn peyama “Êdî em nabêjin tecrîdê bişkînîn, dibêjîn emê Rêbertî û Kurdistana xwe azad bikîn."
Li bajarê Lavrîo ya Yewnanîstanê çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 41. de ye. Çalakvan Welat Mêrdîn peyama “Êdî em nabêjin tecrîdê bişkînîn, dibêjîn emê Rêbertî û Kurdistana xwe azad bikîn."
Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û ji bo xwedîderketina li berxwedana zindanan li kampa penaberan ya bajarê Lavrîo ya Yewnanîstanê hatî destpêkirin di roja 41. de ye.
Îro çalakiya greva birçîbûnê koma 9. bi merasîmek ya li kampê hat lidarxistin ve dewr girt.
‘EMÊ TENÊ TECRÎDÊ RANEKİN, EMÊ RÊBERTİYA XWE AZAD BİKİN’
Di çalakiyê de çalakvanê bi navê Welat Mêrdîn axivî û êrîşa dagirkeriyê ya ji aliyê dewleta Tirk li ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatî kirin şermezar kir.
Mêrdîn çalakiya ku li zindanan didome silav kir û got: “Hê jî dixwazin komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bidomînin. Êrîşên dewleta Tirk didomin. Em şahidê êrîşa dagirkeriya wî ya li hemberî Garê ne. Êdî em nabêjin ku tecrîdê bişkînî, dibêjîn ku emê Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikîn.”
Li kampê her wiha bi boneya salvegera komploya navnetewî semînarek hate dayîn. Bi dehan kes tevlî semînarê bûn, sînevîzyon hat temaşekirin û axaftin hatin pêşkêşkirin.
ÇALAKÎ DI 4’Ê ÇILEYÊ DESTPÊKIR
Li Kampa Lavrîo’yê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistan-Ewropa û Navenda Çanda Kurdistanê roja 4’ê Çileyê çalakiya greva birçîbûnê bi şeklê komên 8 kesî ve destpêkir û her 5 rojan carekê tê dewrkirin. Li Kampê ji 13’ê Kanûnê ve heya niha bi armanca xwedîderketina li grevên birçîbûnê her roja Înê di saet 20:00’an de û rojên Sêşemê di saet 13:00’an de çalakiya dengderxistinê tê lidarxistin.