BI DÎMEN

Li Kopenhagê ferman hat şermezarkirin

Kurdên ku li paytexta Danîmarka Kopenhagê di salvegera komkujiya Şengalê hatin gel hev, fermana li dijî Kurdên Êzidî şermezar kirin.

Kurdên ku li navenda bajarê Kopenhagê di pêşengtiya Meclîsa Jinên Kurd a Sêvê de hatin gel hev, bi çalakiya kon ev ferman şermezar kirin.

Di çalakiya protestoyî de gelek belavok hatin belavkirin û hevkariya PDK û dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAİŞ'ê anîn ziman.

Çalakgeran, anîn ziman ku xiyaneta ku Barzanî di dema fermanê de kirine, di roja îro de hê berfirehtir dewam dikin. Çalakgeran her wiha anîn ziman ku malbata Barzanî îro jî tevî çeteyên DAÎŞ’ê tevdigerin û gotin ku hewl didin çand, bawerî û hebûna Kurdên Êzidî tine bikin.

Di dawiyê de çalakgeran bang li her kesî kirin ku di 10’emîn salvegera fermanê de li dijî van planên qirêj helwestên xwe nîşan bidin.