Li Kopenhagê cejna vejînê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên ku li Kopenhagê hatin ba hev, Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Hat gotin ku têkoşîna Egîdên serdemê dagirker têk birin û wê bi vî ruhî doza azadiya Kurdistanê bi ser bixînin.
Kurdistaniyên ku li Kopenhagê hatin ba hev, Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Hat gotin ku têkoşîna Egîdên serdemê dagirker têk birin û wê bi vî ruhî doza azadiya Kurdistanê bi ser bixînin.
Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê hatin ba hev, cejna vejînê 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê ku cejna vejînê ya gelê Kurd e, axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Berxwedana ku li Kurdistanê mezin bûyî, encama derbeyên ku serhev li hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst dikeve ye û encama şînbûna fikirên netewa demokratîk û jiyana azad a Rêber Apo ye, encama Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Gerîlayên Azadiyê bi ruhê 15’ê Tebaxê şer dikin û dagirkeran têk dibin. Em ê doza azadiya Kurdistanê bi ser bixînin, serkeftin a me ye.”
Hunermendên lokalê Hozan Bîço, Hozan Fîgen, Halkawt Enwer û Rêşad Pirsûsî bi stranên şoreşgerî, klasîk û govendê girse coş kirin.
Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî 15’ê Tebaxê”, “Bijî cejna vejînê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.