Li Kopenhag, Oslo û Lîegê çalakî hatin lidarxistin
Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên bi daxwaza ku demildest hevdîtina malbat û parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were didomin.
Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên bi daxwaza ku demildest hevdîtina malbat û parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were didomin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, li paytexta Norveç Oslo û li bajarê Lîege ya Belçîkayê Kurdistanî daketin qadan û diyarkirin ku divê demildest hevdîtin çêbibe.
KOPENHAG
Kurdistaniyên li Kopenhagê li ser banga KCDK-E ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn.
Kurdistanî li gara trenê ya Hovedbanegradenê hatin gel hev û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta li ser hatibû nivîsanidn “Dema Azadiyê ye” hilgirtin.
Di çalakiyê de berdewam dirûşmeyên “Erdoganê dîktator û faşîst”, “Kujerê jin û zarok Erdogan” û “Ji Ocalan re azadî” hatin berzkirin.
OSLO
Li paytexta Norveç Osloyê li ser banga KCDK-E û TJK-E’yê çalakî hat lidarxistin.
Kurrdistanî û dostên wê li Meydana Trafîkanten ya Osloyê hatin cem hev û çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de banga lezgîn li hukumeta Norveçê hate kirin û bang hatkirin ku li hemberî tecrîdê û ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest hevdîtin were kirin.
Hevseroka Meclîsa KCDK-Oslo Ayser Yuce di axaftina kirî de ragihand ku divê ji bo wergirtina agahiyên derbarê rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk bê û danezanek bi zimanê Norveçî xwend.
Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako jî axaftinek kir û got: “Beriya niha bi 22 salan komploya 15’ê Sibatê ji aliyê komên hevkar û dewletên Kurdistan dagirkirine li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkanîne û ew di nava tecrîd û hûcreyekî takekesî de girtine.”
Çiyako Komkujiya Helebce ya 16’ê Adarê û dagirkirina Efrînê ya 17’ê Adarê bibîr xist û ragihand: “Rêber Apo xeta me ya sor e û ji ber wê jî gelê Kurd divê ji bo azadiya Rêber Apo wê tim li ser pêyan û di nava çalakiyan de be.”
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî” hatin qêrîn.
LÎEGE
Kurdistaniyên bajarê Lîege ya Belîçîkayê di nava çalakiyê de bûn. li ser banga Meclîsa Gel ya Lîege li ber garê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin ku divê demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin were pêkanîn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Erdoganê faşîst” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.