BI DÎMEN

Li Kopenhag, Berlîn û Freîbûrgê çalakiyên ‘Ji Rêber Apo re Azadî’

Li Kopenhag, Berlîn û Freîbûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin û bang li CPT hat kirin ku erkên xwe bi cih bîne.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Kopenhag ê Elmanyayê û li bajarên Berlîn û Freîbûrg ê Elmanyayê sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

KOPENHAG

Kudistanî û dostên wan ên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mitîngekî protesto kirin.

Di daxuyaniya li ser navê girseyê de wiha hate gotin: “Ji ber ku 3 sal in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin ku zêdeyî 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda muteq de tê girtin, em ji jiyana wî fikar in. Em bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê dikin ku erkên xwe bi cih bînin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan yekane rêberê ku dikare pirsgirêka Kurd bi aştiyane û mayinde çareser bike û hate diyarkirin ku aramiya Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd dibe.

Girse bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Piştevaniya navneteweyî hêz dide” û “Jiyana bêyî Rêberti nayê qebûlkirin” berzkirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina êrîşên dewleta Tirk çalakî lidarxistin.

Ciwanên ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî,  ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi meşaleyên bi reng ji kolana Sudsternê heya Admîralsbruckê meşiyan, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" "Zap, Avaşîn, Metîna Berxwedana Gerîla" berz kirin.

Di daxuyaniya li ser navê TCŞ Berlînê de wiha hate gotin: “Em ciwanên Kurd divê bêdeng nemînin û di nava piştevaniyê de bin. 39 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji ber vê yekê em ciwanên Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin.”

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Freîbûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tevlî meşê bûn. Beriya destpêkirina meşê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre meş ji qada Alte Synegoge Platzê destpê kir.

Di meşê de posterên Abdullah Ocalan û pankarta “Ji Rêber Apo re azadî” hate hilgirtin.

Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana İmralı”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berzkirin.