Kurdên li Kopengahê ji bo Efrînê daketin qadan

Li dijî qetlîamên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin, gelê Kurd li her derê dadikevin qadan.

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, gelê Kurd ji bo Efrînê daket qadan.

Gelê Kurd li Qada Şaredariyê hatin ba hev û qetlîama li ser jinan, tecawiza li ser jinan û hemû qirkirinên li Efrînê çalakî kirin.

Di çalakiyê de peyama ‘Na ji qirkirina li ser jinan û ji şîddetê re’ hate dayîn.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê axaftin hate kirin, di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li Efrînê jinan û sivîlan qir dike û li pêş çavê dinyayê êrîşî destkeftiyên gelê Kurd tê kirin.

Di çalakiyê de ji bo kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator, 100 sedem û 100 hezar îmze’ îmze hatin komkirin.

Çalakî bi xwendina sirûda ‘Ey Reqîb’ bi dawî bû.