Li Konseya Ewropayê rewşa çapemeniya li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin
Li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê rewşa çapemeniya li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin.
Li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê rewşa çapemeniya li Tirkiyeyê hate nîqaşkirin.
Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy li Desteya Giştî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê axivî û qala xebatkarên çapemeniyê kir ên ku hatine girtin, lêpirsîn li wan hatine vekirin û neçar mane biçin derveyî welat.
MEDYA LI GORÎ PROPAGANDAYA DESTHILATDARÊ TEVDIGERE
Ozsoy diyar kir ku 95 ji sedê çapemeniya li Tirkiyeyê di bin bandora desthilatdariyê de ye û beriya hilbijartina di meha Adarê de medya cihekî gelekî biçûk dide mûxalefetê. Ozsoy bal kişand ser vî tiştî ku hemû medya ji propagandaya desthilatdariyê hatiye veqetandin.
SCHENNACH: EZ ŞAŞ MAM
Serokê Komîsyona Karên Civakî û Tendirustiyê yê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach diyar kir, ew bûye şahid bû ku di serî, navber û dawiya maçê de belgefîlmên kurt ên li ser ‘serkeftîbûna’ Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan hatine weşandin û ji ber vî tiştî şaş maye.
Gelek parlementerên Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê diyar kirin ku Tirkiye, Rûsya, Azerbaycan û Ûkrayna di serî de li 47 welatan zext li ser çapemeniyê heye.