Li Konigsteinê çand û hunera Kurdî hat nasandin

Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê û Caritasê li Konigstein ê bajarê Dresden ê Elmanyayê çalakiyek hevpar li dar xistin. Di çalakiyê de çand, dîrok û xwarinên Kurdan hatin nasandin.

Bi hevkariya Sosyalamt/Caritas, serokatiya beşa entegrasyonê û Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê çalakî hat lidarxistin. Ji neteweyên cuda gelek kes di çalakiyê de hatin gel hev. Li navenda çalakiyê de pêşangeha wêneyan a hunermend Mustafa Yeşîl hat vekirin.

Ji neteweyên cuda yên weke Kurd, Venezuelayî, Ûkraynayî, Elman û Rûs bi dehan kes beşdarî çalakiyê bûn. Bername bi konsera muzîkê dest pê kirî Piştre serokê beşa entegrasyonê û berpirsên Socialamt/Caritasê bi Elmanî axaftin kirin.

Axaftina li ser Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê hat kirin de li ser xebatên komeleyê, çalakî, proje û xebatên ji bo civaka hatine meşandin agahî hatin dayîn. Berpirsan diyar kirin ku ew ji xebatên komeleyê kêfxweş in û spasiyên xwe anîn ziman.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Dresdenê Bekîr Apak diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî ji bo hevgirtina civakî gelekî girîng in û anî ziman ku divê çalakiyên bi vî rengî dewam bikin.

Piştî axaftinan xwarinên Kurdî hatin nasandin. Piştî xwarinê koma muzîkê bi stranên Kurdî reng da çalakiyê.

Beşdar li ber stranan govend gerandin û bi coşeke mezin beşdarî çalakiyê bûn. Di dawiya bernameyê de berpirsan carek din kêfxweşiya xwe anîn ziman û gulên ku bi rengên kesk, sor û zer hatibûn amadekirin û çîkolata li beşdaran hatin belavkirin.