Li Kolnê konferansa KON-MED'ê hate lidarxistin

Konferansa KON-MED'ê li Kolnê pêk hat. Di konferansê de peyama mezinkirina têkoşîna li dijî qedexeya li ser PKK'ê û têkbirina tecrîda li Îmraliyê hate dayîn.

Konferansa KON-MED'ê ya navdemê ya salekê li bajarê Koln ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Di konferansê de bi sedan kes, her wiha endamên saziyên Kurdistanî yên li Elmanyayê amade bûn. Konferansa ku bi tevlîbûneke xurt pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Li ser navê KON-MED'ê Hevseroka Giştî Zubeyde Zumrut destpêkê axivî û got, "Ev konferans li dijî konsepta ku hem li Ewropayê hem jî li Kurdistanê hewl dide Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi dawî bike sekneke. Em ji vir jî dibêjin em neqediyane, em ê bi dawî nebin! Em li ku dibin bila bibin, em ê li dijî polîtîkaya hilweşînê li ber xwe bidin."

Hevserokê KON-MED'ê Engîn Sever jî got, "Di vê kongreyê de li dijî qedexeya li ser PKK'ê helwestek heye. Pêwîste dewleta Elman vê bibîne. Qedexekirina PKK'ê ji bo erêkirina polîtîkayên Tirkiyeyê ye. Pêwîste li hemberî vê yekê rawestin."

Piştî axaftina hevserokan, konferansê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ku li ser navê dîwanê mafê axaftinê girt, delegeyên beşdarî konferansê bûn silav kir.

Di konferansê de pankart û posterên PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

‘ABDULLAH OCALAN BI DESTWERDANÊN XWE HER TIM RÊ LI BER PÊVAJOYÊ VEKIRIYE’

Di konferansê de li ser navê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu axivî û got, "Ocalan bi destwerdanên xwe yên stratejîk her tim rê li ber pêvajoyê vekiriye. Bi destwerdaneke stratejîk a bi vî rengî HDP'ê û HDK'ê jî ava kir û roleke gelekî girîng di xistina desthilatdariya AKP’ê de lîst. Kurkçu diyar kir ku Abdullah Ocalan dikare desthilatdariya AKP-MHP'ê biqedîne û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Parlamenterê Partiya Çep Andrea Hunko jî diyar kir ku divê Elmanya û Ewropa dawî li qedexeya li ser PKK’ê bînin û nebin amûrê polîtîkayên Erdogan. Hunko nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê jî da û got, "Em ê li dijî vê têbikoşin."

Di konferansê de Mahmût Şakar li ser dîroka qedexeya li ser PKK'ê axivî ku parêzeriyê li dijî qedexeyê dike. Konferansa ku siyasetmedarên Kurd Leyla Îmret, hunermend Hozan Comert û Xelîl Xemgîn jî mafê axaftinê girtin, bi peyama bilindkirina têkoşînê ya ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK'ê bi dawî bû.