LI Kolnê grevên birçîbûnê silav kirin
Li Kolnê bi çalakiyekê greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên kete roja 32’an silav kirin.
Li Kolnê bi çalakiyekê greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên kete roja 32’an silav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan kete roja 32’an.
Li bajarê Koln ê Elmanayê ji bo piştgirîkirina greva birçîbûnê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.
Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Koln û Meclîsa Jinan a Viyan saet 15:00’an li pêşiya gara trenê ya navenda Kolnê hatin ba hev.
Di çalakiyê de posterên Ocalan û pankartên bi zimanê Elmanî li ser ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Dawî li bêdengiya xwe bînin, piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bikin’ hate vekirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên daxwaza azadiya Ocalan tên kirin, qîrkirin û belavoka KON-MED’ê hate xwendin.