Li Kolnê çalakiya kon hate kirin

Ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyeke kon hate kirin.

Federasyona Med (FED-ÊED) li bajarê Koln ê Elmanyayê konê înformasyon danî.

Li konê li Heûmarkt Kolnê hate danîn, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin parvekirin û ji bo azadiya wî wê têkoşînê bikin.

Di axaftinên hatin kirin de jî bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk a li ser Kurdan dike.

Çalakî saet navbera 15:00-19:00’an hate kirin. Çalakî wê 3 rojan bidome.

Sibe saet navbera 15:00-18:00’an li heman cihî konê agahdarkirinê bê kirin û roja Şemiyê jî saet 15:00’an wê li heman cihî kon bê danîn û saet 17:00’an jî bi meşekê dawî li çalakiyê bê anîn.