Li Kîelê kampa çalakiya li dijî şerî destpê dike

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê wê di navbera 3-8’ê Îlonê de kamp û rojên çalakiyan yên li dijî endustriya şerî, zext û dagirkeriyê werin lidarxistin.

Çalakiya bi navê; ‘Kîel bê çek e, Şîrketên Şerî Belav Bike’ ji aliyê komên antî-mîlîtarîst ve tê lidarxistin û bi vê çalakiyê tê armanckirin ku dijberên şerî werin li hev bicivin.

Di banga tevlîbûna çalakiyê de peyama; ‘’Werin em bi hev re li dijî şerî, çekdarbûn û îzolasyonê tev bigerin! Di nava piştevaniyê de li hemberî rejîma şerê gerdûnî li ber xwe bidin û di 3-8’ê Îlonê de werin li ba hev’’ hate dayîn.

Kamp bi danezanên zimanên weke Elmanî, Îngilîzî û Kurdî bangewaziya gelek beşdarvanan dike.

Rêkxeran bal kişand ser pakêta jinûveçekdarbûna hikûmeta koalîsyonê ya 100 milyar eûroyî ya li Elmanyayê û hate diyar kirin ku ev mesref bi jêbirînên civakî tên fînansekirin.  

Her wiha hate destnîşankirin ku bi van protesyoyên li dijî şerî re, ji bihêzkirina polîsan û astengkirina azadiya kombûnê re jî bersiv tê dayîn. 

Hate îfadekirin ku bi teknolojiyên leşkerî û şerî yên li Kîelê tên hilberandin, ji rejîmên şer, zext û dagirkeriyê re piştgirî tê dayîn û hate diyar kirin ku êşên li Ûkrayna, Xeze û Kurdistanê girêdayî armanca qezenckirina şîrketên çekan e.

Çalakiya ku bi dirûşmeya; ‘Şer li vir destpê dike, werin em şerî li vir bidin rawestandin’ dest pê dike, bang li dijberên şerî, antî-mîlîtarîst, jin û ciwanan dike ku tevlî kamp û rojên çalakiyan bibin.