Li Kîelê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd name ji NY’ê re şandin
Li bajarê Kîela Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji NY’ê re şandin.
Li bajarê Kîela Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji NY’ê re şandin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Kîel a Elmanyayê dijîn, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.
Nêzî 50 kesên ku girêdayî Însiyatîfa Rojava, Komala Kurd, Tev-Çand, Jiyana Jin û FEDA’yê, nameyên bi Îngilîzî birin postexaneyê û radest kirin.
Di nameyan de teqez kirin ku pêwîste bê şert û merc Rêberê Gelê Kurd bê berdan û bang li NY’ê kirin ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derbikevin.