Li Kibrisê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Li paytexta Kibrisê Nicosîayê ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Theofîlos û Meclîsa Gel a Kurd ve bi wesîleya “10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan” meşek hate lidarxistin.

Bi sedan kes ji 4 parçeyên Kurdistanê li ber avahiya Wezareta Karên Hundir a paytext Nîcosîa yê hatin gel hev. Hevserokên Partiya Keskan û nûnerên sazî û destgehên dostên Kurdan tevlî çalakiya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG û YPJ, dovîz û pankartên şermezar kirina komploya 9’ê Cotmehê hatîn hilgirtin bûn.

Di çalakiya ku li ser hev dirûşmeyên “Bimire kompoloya 9’ê Cotmehê”, “Bijî Serok Apo”, “Bimire Faşîzm” hatin berzkirin de, teqez kirin ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de gelan digirin û diyar kirin ku pêwîst e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst têkoşîn bê mezin kirin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat jî diyar kir ku li dijî polîtîkayên tundî û qetlîamê yên dewleta Tirk a faşîst û dagirker wê têkoşîna şoreşgerî mezin bikin û wê ji bo azadiya Ocalan bikevin ser xeta têkoşînê.

Piştî axaftinan gel ber bi Sefaretxaneya DYE’yê ve ketin rê. Di meşê de belavok û broşur hatin belav kirin.

Li ber Sefaretxaneya DYE’yê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Li vir ji aliyê Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Gel a Kurd ve, li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dosyayek dan rayedarên Sefaretxaneya DYE’yê.