Li kampa Ellwangenê nexweş û nenexweş bi hev re tên hiştin
Li kampa Ellwangen a Karlsrûheyê, penaberên bi vîrûsa Covîd-19 ketine û yên pê neketine neçar tên hiştin ku bi hev re bimînin.
Li kampa Ellwangen a Karlsrûheyê, penaberên bi vîrûsa Covîd-19 ketine û yên pê neketine neçar tên hiştin ku bi hev re bimînin.
Li bajarê Karlsrûhe yê eyaleta Baden Wurttenberg a Elmanyayê, li kampa penaberan a Ellwangenê penaberên ku bi vîrûsa koronayê ketine û yên pê neketine neçar tên hiştin ku bi hev re bimînin.
Kurdistaniyekî li kampê xwe gihand ANF'ê û diyar kir ku şert û mercên ew tê de ne li dijî mirovahiyê ne. Kurdistanî anî ziman hin kesên li kampê bi vîrûsa koronayê ketine û got, "Her kes bi hev re ne. Hin penaberan tenê ji bo şevekê têınin û li vir dihêlin. Piştre jî dibin devereke cuda."
Kurdistanî diya rkir, xwarin û jiyana li kampê gelekî zehmet e û got, "Destûrê nadin ku em ji derve xwarinê bînin. Çend roj berê xizmên min xwarin ji min re anî, lê belê nehiştin ku derbasî nava kampê bikin. Xwarina ku didin me jî danekî germ e, danekî jî sar e."