Li Hollandayê jinek ji ber kolekirina jineke Êzidî hate cezakirin
Li Hollandayê, jinek ji ber sûcdariya ku dema li nava DAÎŞ'ê bû jineke Êzidî weke kole bi kar anî, bi 10 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Li Hollandayê, jinek ji ber sûcdariya ku dema li nava DAÎŞ'ê bû jineke Êzidî weke kole bi kar anî, bi 10 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Rûniştina biryardanê ya darizandina Hasna A. ya endama DAÎŞ'ê roja Çarşemê pêk hat. Hasna A. bi sûcdariya ku sala 2015'an dema li nava DAÎŞ'ê bû jineke Êzidî weke kole bi kar dianî hate darizandin. Di encama darizandinê de jî 10 sal cezayê girtîgehê li Hasna A. hate birîn.
Bi vî rengî li Hollandayê yekemcar jineke tevlî DAÎŞ'ê bû ji ber kolekirina jineke Êzidî hate cezakirin.