Li Hîldesheîmê çalakiya kon
Li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê bi dirûşma ‘Azadiya Ocalan Azadiya Min e’ çalakiyeke ya kon hate kirin.
Li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê bi dirûşma ‘Azadiya Ocalan Azadiya Min e’ çalakiyeke ya kon hate kirin.
Bi armanca balê bikişînin ser tecîrda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê çalakiyeke kon hate kirin.
Çalakiya kon ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komuna Jinan a Meryem ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û ev hate gotin: “Tavilê dawî li tecrîdê bînin. Hemû girtiyên siyasî berdin û girtîgehên ji bo wan hatine çêkirin, bigirin.”
Operasyonê qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a li dijî saziyên jinan jî bi çalakiyekê ya li Angoûlemeplatzê hate kirin.
Çalakiya ku belavok hate xendin û dirûşim hatin qîrkirin bi muzîkan bidawî bû.