Li her derê çalakiyên Kobanê

Li gelek bajarên dinyayê Kurd û dostên wan bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî li dar xistin.

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng li qada Trafalgarê hate lidarxistin.

Komên enternasyonalîst jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên YPG, YPJ û HBDH’ê hatin hildan.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi berxwedaneke dîrokî êrîşên DAÎŞ û rejîma dewleta Tirk hatin şikandin û berxwedana Kobanê bûye serfiraziya li hemberî azadî û ronahiyê.

STOCKHOLM

Lİ Qada Sergels Torget jî girse hatin ba hev û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyê de belavoka NCDK-S’ê hate xwendin û piştre nûnerê PYD’ê yê li Swêdê Şiyar Alî di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana Kobanê pîroz e.

Erîk Bon ê ji Komîteya Rojava ya enternasyonalîstên Swêdî diyar kirin ku gelê Kobanê li hemberî faşîzmê stûyê xwe xwar nekirine.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi mîtîngê hate pîrozkirin. Di mîtîngê de qala wate û girîngiya berxwedana Kobanê kirin.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê de bi tevlêbûna Kurd û dostên wan çalakiyek hate lidarxistin.

Derbarê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi Fînî û Kurdî axaftin hate kirin.

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye jî Kurd û dostên wan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û şehîdên berxwedanê bi bîr anîn.

Di çalakiyê de alayên YPG û YPJ’ê hatin hildan û qala girîngiya berxwedana Kobanê hate kirin.

VIYANA

Li paytexta Ewûstûralya Viyanayê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meş û mitîngek hate lidarxistin.

Bi sedan kes tevlî çalakiya ku bi banga Komên enternasyonalîst û Meclîsa Gelê Kurd a Viyanayê hatî lidarxistin bûn.

Di meşa ku li ser hev dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin de, şervanên YPG, YPJ û QSD’ê yên di berxwedaniya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de û di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirkeriyê de şehîd bûyîn hatin bibîranîn.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina dîlanê bi dawî bû.

DEN HAAG

Li Den Haaga Holandayê li ber Wezareta Karên Derve ya Holandayê mitîngek hate organîzekirin.

Girseyê li ber muzîkê dîlan girtin, belavokên pirzimanî yên ku berxwedan û serkeftina Kobanê vedibêje belav kirin.

Piştî pîrozbahiyan girseyê bi berzkirina dirûşmeyan çalakî bi dawî kirin.

Heman demê li NCDK a Den Haagê jî di pêşengiya organîzasyonên şoreşgerên Holandî û Tirk de panelek hate lidarxistin.

Di panela bi dirûşmeya “Me bi hev re li ber xwe da, bi hev re rizgar kir, em ê bi hev re biparêzin” li darxistîn de, siyasetmedara Kurd Hozan Botan got, “Hişmendiya faşîst a takekesî, fikra selefî û faşîst bi berxwedaniya Kobanê têk çû. Berxwedaniya Kobanê, nûnertiya jiyana hevpar û berxwedaniya hevpar e.”

Nûnerê MLKP’ê jî teqez kir, “Berxwedaniya Kobanê ji bo hemû şoreşger, kedkar û hemû gelan bûye hêviyek.”

Antropolog Jesse Van Dûijn jî diyar kir ku Kobanê bûye navê destkeftiya li dijî faşîzmê.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê de, bi banga Mala Gel a Medyayê gelek kes li qada Hallplatzê kom bûn.

Di meşa ku li ser hev dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin de, şervanên YPG, YPJ û QSD’ê yên di berxwedaniya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de û di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirkeriyê de şehîd bûyîn hatin bibîranîn.

OLDENBÛRG

Li bajarê Oldenbûrg a Elmanyayê jî Kurd û enternasyonîstên Elman mitîngek organîze kirin.

Di mitînga ku ji ber tedbîrên vîrûsa koronayê gelek kes tevlêbûn û diyar kirin ku Kobanê bûye qada têkoşîna bi rûmet a mirovahiyê li dijî DAÎŞ’ê. Mitîng li ber gara trenê hate lidarxistin.