Li Helsînkiyê komploya navneteweyî hate protestokirin
Li Helsînkiya ku paytexta Fînlandiyayê ye, Kurdistanî û dostên wan di salvegera komploya navneteweyî de meşeke protestoyî lidarxistin.
Li Helsînkiya ku paytexta Fînlandiyayê ye, Kurdistanî û dostên wan di salvegera komploya navneteweyî de meşeke protestoyî lidarxistin.
Li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê Kurdistanî û dostên wan bi meşekê salvegera komploya navneteweyî ya li serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Meşa ku du rojan dom bike îro tevî qedexeyên ji ber şewbê jî ji rojhilatê Helsinkiyê dest pê kir.
Meşvanên ku al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, meşa xwe bi berzkirina dirûşmeyan hetanî navenda bajêr bi dawî kirin.
Roja duwem a meşê wê ji navendê dest pê bike û hetanî komeleya Kurdî wê bi dawî bibe.