BI DÎMEN

Li Helsînkiyê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Li Helsînkiyê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin. Meşvanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate dayîn û di 15’ê Sibata 1999’an de bi anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re berdewam kir, kete sala 25’emîn. Komploya navneteweyî ku gelê Kurd û dostên wan weke “Roja Reş” binav dikin, îro li gelek welatan hate protestokirin. Yek ji van jî paytexta Fîlandiya Helsînkî bû.

Li Helsînikiyê komplo bi meşekê hat protestokirin. Meş ji navenda bajêr dest pê kir û heta Taxa Vuosarî berdewam kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Girseya gel di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Di meşê de balavokên der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin belavkirin.

Girseya gel di meşê de bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.