Li Helsînkiyê 4’ê Nîsanê û damezirandina YPJ’ê hat pîrozkirin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi boneya 4’ê Nîsanê 72’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 8’emîn Salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate pîrozkirin.

Li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê Kurdistanî û dostên wê îro 4’ê Nîsanê salroja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi merasîmên cihêreng pîroz dikin.

Kurdistaniyên li Helsînkiyê dijîn jî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 8’an a damezrandina YPJ’ê pîrozbahiyek lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de tevî axaftinên li ser wateya rojê hatin pêşkêşkirin, li ber stranan govend hate gerandin.