Li Heîlbroon, Saarbrucken û Parîsê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hate pîrozkirin
Li Heîlbroon, Saarbrucken û Parîsê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li Heîlbroon, Saarbrucken û Parîsê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
HEÎLBRONN
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Çalakî li Klîanplatzê hate kirin.
Di çalakiyê de stand hate vekirin. Di standê de broşur û pirtûkên li ser fikr û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn.
Di çalakiyê de sloganên ‘Rojbûna te pîroz be Serokê min’ hate berzkirin û govend hate gerandin.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî bi wesîleya Rojbûna Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Saar Teaterê çalakiyek hate kirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hate daliqandin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin dema ku gelê Kurd li ber tunebûnê bû bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd bi saya PKK’ê gelê Kurd dîsa xwe ava kiriye.
Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
PARÎS
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi banga Teko-JIN’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Mîtîng li qada Repûblîqûeyê hate kirin û jinên ciwan diyar kirin ku ew naxwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din 4’ê Nîsanê de dîl be.
Di çalakiyê de balon hate firandin, govend hate gerandin.