Li Heîlbronnê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi mitîngekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên ku bi banga Navenda Civaka Kurd li Meydana Harmonîeyê hatin gel hev, 22’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di mitîngê de axaftvanan bal kişandin li ser armanca komployê û gotin, “Komplo bi saya berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê nîşan dayî û dirûşmeya kes nikare Roja me tarî bike û şehîdên me yên ku çalakiyên fedayî kirîn hatiye pûçkirin.”

Axaftvanan diyar kirin ku komploya navneteweyî bi êrîşên cuda cuda berdewam dike, di serî de bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê berxwedaniya gelê Kurd wê hemû komplo bên pûçkirin