BI DÎMEN

Li Heîlbronnê greva birçîbûnê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya 1’ê Sibatê li Heîlbronnê hat destpêkirin, îro li Klîanzplatzê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de peyama, “Bi tecrîdê hûn nikarin têkoşîna me ya mafdar ji holê rakin.”

Li Heîlbronnê bi pêşengiya DKTM’ê ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1’ê Sibatê de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro li Klîanzplatzê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê 15 rojan bi eleqeyek mezin berdewam kir. KON-MED, FED-GEL , TEV-ÇAND , TJK-E, nûnerên gelek partiyên Tirkiyeyê, bi dehan Elman û sosyalîstan serdana greva birçîbûnê kir û piştgiriya xwe anîn ziman.

Di mîtîngê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê DKTM’ê bi zimanê Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin bi ser pergala qirkirinê ya Îmraliyê. Di axaftinan de Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) jî axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Pirsgirêkên hemû kedkar û gelan, bi taybet pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser bibe.”

Di axaftinan de banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin hat kirin.

Greva birçîbûnê û mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.