Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Heîlbronnê di merasîma çandê de bi sedan kes hatin ba hev

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê merasîma Çanda Kurd hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” hate dayîn.

Merasîma Çanda Kurd li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn û sala 45’an a têkoşîna azadiyê ya Kurd silav kirin. Beşdaran xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak di merasîmê de axivî. Sadak banga tevlîbûna pêngava ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin kir û got: “Wezîfeya me şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadkirina wî ye.”

Piştî axaftinan Koma Hezex û Hozan Diyar derketin ser dikê û stran gotin.