Şano li Kîlîansplatz a Heîlbronnê di saetên şevê de pêk hat. Lîstika ku êrîşê dagirkerî û qetlîamê vedibêje, kesên derdor eleqeyek mezin nîşan da. Ev şêwazê çalakiyê cara yekê ye ku ji aliyê komeke ciwanên Kurd û Elman ve tê kirin.
MONTPELLÎER
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Montpellîerê hatin ba hev dagirkeriya Tirk a li Rojava protesto kirin. Meşa ji aliye Navenda Civaka Kurd a Demokrtîk (NCKD) û Komîna Jinan Delal Amed ve hate organîzekirin ji Parka Peyroû Pîtot destpê kir û heta Qada Comedîe dom kir. Di tevahiya meşê de belavokên ku êrîş û gefên dewleta Tirk tîne ziman hatin belavkirin.