Li Hannover û Êrîvanê grevên birçîbûnê didomin
Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Hannoverê roja 3’an û çalakiya li paytexta Ermenîstan Êrîvanê jî bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Hannoverê roja 3’an û çalakiya li paytexta Ermenîstan Êrîvanê jî bi dawî bû.
HANNOVER: Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya rêxistinên jinan di roja 3’an de didome. Gelek eleqeyek mezin nîşanî çalakiya greva birçîbûnê da û çalakgeran li pêşiya avahiya Partiya Çeggir a Elman (Die Linke) kon vedan belavok belavkirin û axaftin hatin kirin.
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, endamên rêxistina ciwanan a Die Linke û Dayikên Şemiyê serdana çalakiya greva birçîbûnê kirin.
ÊRÎVAN: Greva birçîbûnê ya bi tevlîbûna Kurdistaniyên li herêma Oktoberyan û Elegez, gelek saziyên Kurd ku duh destpêkirîbû bi dawî bû. Rojnameger û nivîskar Mîrazê Cemal serdana çalakiyê kir.
Cemal wiha got; “Rêber Apo mafên bingehîn ên mirovî demokrasî û biratiya gelan dixwaze. Tu wateyê nadim ku rêberek wiha dev ji tecrîdê berdin ku di girtîgehekê de be.”
Cemal bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û hemû saziyên eleqedar kir ku bi erka xwe rabin.