Li Ewropayê çalakiyên bi daxwaza pêkhatina hevdîtina malbat û parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Kurdistaniyên ku li bajarên Hannover, Lubeck û Dûîsbûrgê yên Elmanya daketibûna qadan peyama “Heya em agahî wernegirin, emê li qadan bin” dan.
HANNOVER
Piştî banga çalakiya lezgîn û bê navber ya KCDK-E û TJK-E li Hannoverê Kurdistanî bi pêşengtiya çalakvanên TCŞ û TekoJin daketin qadan. Kurdistaniyan dan zanîn ku divê hevdîtina wî ya bi malbat û parêzeran pêk bê û gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor e.
Di çalakiyê de bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bi Hev Re Serhildan” û “Ciwan fedayî yên Rêber Apo ne” hatin berzkirin. Di dema çalakiyê de polîsên Elman êrîşî çalakvanan kir. Ciwanên ku hatin dorpêçkirin bi qêrîna dirûşmeyan ve çalakiya xwe domandin.
LUBECK
Li bajarê Lubeck a Elmanya bi armanca ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê çalakiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî tevlî meşa ku li Lubeck HBF’ê destpêkirî bûn.
Di axaftinên ku li wir hatinî kirin de fikarên têkildarî rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ser ziman û hat gotin ku divê demildest parêzer hevdîtinê pêk bînin.
Di çalakiyê de berdewam dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrga Elmanyayê li ser banga KCDK-E û TJK-E’yê çalakiyên bênavber yên Kurdistaniyan yên bi armanca pêkhatina hevdîtina demildest ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.
Çalakiya ku DKTM Dûîsbûrgê organîzekiribû di saet 17:00’an de li Dûîsbûrg-Lîfesaver’ê pêkhat.
Di mîtîngê de li ser navê TCŞ, DKTM û TEKO-JIN axaftin hatin pêşkêşkirin.
Di axaftinên hatinî kirin de hate gotin; “Em vê sîstema tecrîdê ya ne li gorî prensîbên edalet û huqûqa navnetewî ye şermezar dikîn, em di serî de CPT hemû saziyên navnetewî yên berpirsiyar vedixwînin ji bo erkên xwe bi cih bînin.”
Di çalakiyê de ku hate gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sore, ev hat diyarkirin, “Heta ji Rêber Apo agahî neyê wernegirtin, wê gelê Kurd û dostên wê bê navber li qadan bin. Daxwaza me eve bêyî ku kêliyek bê wendakirin Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”
Çalakî bi qêrkirina dirûşmeyên “Destê dirêjî Ocalan bibin emê bişkînîn” û “Ocalan Gel e, Gel li vir e” re bidawî bû. Her wiha bang hate kirin ku sibe dîsa li qadan bin.