Li Hambûrgê tecrîd û êrîşa dagirkeriyê ya li Garê protesto kirin

Li Hambûrgê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li Garê hate protestokirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo şikandina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên li ser Garê jî hatin protestokirin.

Çalakiya li ser banga hevparên HBDH’ê hate organîzekirin komên çep, antî-faşîst tevlîbûn li pêşiya Navendfa Çanda Rote Flora a li Sternschanzeyê pêk hat.

Li ser navê HBDH’ê Huseyîn Ararat axivî û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcekî yê mirovahiyê ye. Li ber vê bêdeng mayîn jî tê wateya hevkariya wê. Em jî ji bo piştgirîdayîna girtiyên dest bi grevê kirine û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê, li vir in.”

Li ser navê Komîteya Ciwanên HBDH’ê Bêrîvan Çayan jî diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên tecrîdê li her qadê li ber xwe didin.

Çayan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna gelê Kurd e û got: “Dixwazin ev vîn bê naskirin.”

Mîtîng bi sirûdên şoreşgerî û dirûşmên ‘Bijî Têkoşîna Yekbûyî’ û ‘Bimre Dîtatorî’ bi dawî bû.