Li Hambûrgê stanta “100 sedem ji bo darizandina dîktator” hat danîn

Di çarçoveya kampanya “100 sedem, 100 îmze ji bo darizandina dîktator” ya ji aliyê TJK-E hatibû destpêkirin, li bajarê Hambûrga Elmanya stanta wê hat danîn.

Di çarçoveya kampanya “100 sedemû 100 îmze ji bo darizandina dîktator” li Hambûrgê stant hat danîn.

Jinên Kurd û Elman li taxa Altona stant danîn.

Stanta ku li ber navenda kar ya Mercado hate vekirin wêneyên jinên ku di encama polîtîkayên hikumeta AKP’ê ya qirkirina jinê de hatinî qetilkirin hatin vekirin.

Jina aktîvîst ya Elman Anja Flach di stantê axavtinek kir û got: “Her îmzeya ku bê avêtin, her hişiyariya ku bê nîşandan wê gavekî din darizandina dîktator nêzîk bike. Erdogan dijminê hemû jinên ku dixwazin bihizirin, bipirsin û li cîhanek azad de bijîn e. Destê wî di rijandina xwîna her jinekê de heye. Kujer ji polîtîkayên wî cesaret digrin û cînayetan pêktînin. Ji ber ku dizanin wê neyên cezakirin. Qirkirin û cînayetên jinan li Kurdistanê weke siyasetek yê dewletê tê kirin.”

Stanta ku ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinan a Rojbîn ya Hambûrgê ve hatî organzîekirin bi drûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.