BI DÎMEN

Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriyê meşiyan

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Kassel ê Elmanyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan.

Bi dehan Kurdistanî, dostên wan û gelek komên Elman li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi organîzasyona Meclîsa Gel li Rathausê li hev civiyan û êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Rojava protesto kirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Kasselê axivî û got: “Dewleta Tirk, Kurdan weke dijminê xwe yê herî mezin dibîne û ji bo tunekirinê serî li her rê û rêbazê dide. Em bang li hemû gelan bi taybet jî gelê Kurd dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.”

Piştre metna ku ji aliyê KON-MED’ê ve hatibû amadekirin bi Elmanî û Kurdî hate xwendin.

Her wiha polîsan rêya çalakvanên ku xwestin bimeşin girtin.

Girseyê ku tevî hemû hewldanên polîsan li ber xwedan, bi pankart û alên YPG û YPJ’ê û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Terorîst Erdogan” û “Kurdistan wê ji faşîsmê re bibe goristan” heta Qada Kasselê meşiyan. Girseyê ku di meşê de bersivê nedan gelek provakasyonên polîsan û li ber xwe dan, meşa xwe li Qada Kasselê bi dawî kirin.