Li Hambûrgê li dijî tecrîd û êrîşên li ser Rojava civîna gel

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava, civîna gel hat lidarxistin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah û parêzer Mahmût Şakar tevlî civînê bûn.

Di civînê de ewilî parêzer Mahmût Şakar axaftina vekirinê kir. Şakar diyar kir ku bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwestin li Rojhilata Navîn konsefptek nû têxin dewrê. Şakar anî ziman ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi vê komployê hatiye destpêkirin.

Şakar da zanîn ku di hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye pirsîn ku divê di navbera jiyan an mirinê de tercîhekê bike û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komployê vale derxe û parastina gelê xwe jiyan hilbijartiye.”

Mahmut Şakar diyar kir ku girava Îmraliyê bi armanca tecrîdê ji nû ve hatiye sererastkirin û got: "Ev îzalasyon li ser hemû gelên Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Kurdên li Ewropayê dijîn tê ferzkirin.”

Şakar got ku bersiva herî mezin a li dijî tecrîdê, xwedîderketina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Piştre Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî axivî. Abdullah anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîste ewilî tecrîd ji holê rabe. Abdullah da zanîn ku divê gel siyaseta xwe li ser bingehên rast ava bike û got: “Em bi hêza xwe, bêyî ku xwe bispêrin kesî têkoşîna xwe dimeşînin. Ên ku îro ji ber berjewendiyên xwe li ba me radiwestin, dibe ku sibe li ba me nesekinin."

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah diyar kir ku lîstikên emperyalîst ên li Rojhilata Navîn li ser Kurdan dimeşe û got: “Divê li hemberî vê yekîtiya neteweyî pêk were. Em naxwazin sedsalek din winda bikin.”

Di dawiya civînê de banga tevlêbûna meşa 18’ê Tebaxê ya li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê hat kirin.