Li Hamburgê ji bo Rojava meş
Li Hamburgê endamên TCŞ’ê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, meşiyan.
Li Hamburgê endamên TCŞ’ê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, meşiyan.
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava, li stasyona trenê ya Hamburgê meş hate lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan hatî lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê TCŞ’ê Ciwan Çewlîg axivî û got, “Divê em bi hemû hêza xwe ji bo parastina xaka azad, tevbigerin. Divê em li her derê weke madî û manewî bi Şoreşa Rojava re bin. Çeteyên hov bi piştgiriya dewleta Tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî sûd werdigirin û li dijî sivîlan komkujiyan pêk tînin. Rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî, ti nerazîbûn nîşan nadin. Li komkujiyan temaşe dikin. Bi deh hezaran Kurd neçar man ji xaka xwe koç bikin. Gelê Rojava bi biryar e û berxwedana xwe didomîne; lê em jî dikarin rabin ser piyan û vê berxwedanê bi serketinê bi encam bikin. Em ji bîr nekin ku ev berxwedana li Rojava, berxwedana mirovahiyê ye. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, divê bertek nîşan bidin û vê dagirkerî û komkujiya li dijî sivîlan, rawestînin.”
AKDOGAN: DEWLETA TIRK CIL Û BERGÊ DAÎŞ’Ê GUHERT
Siyasetmedar Nîhat Akdogan jî ev tişt got: “Weke hûn dizanin, dewleta Tirk li dijî Rojava di nava şerekî mezin de ye. Navê DAÎŞ’ê îro bi destê dewleta Tirk hatiye guhertin û bûye OSO. Her kes baş dizane ku dewleta Tirk tenê cil û bergên wan guhertiye. Îro ji Şamê heta Rojavayê Kurdistanê, komkujiyek heye. Di van rojan de, em dizanin ku heta Minbic, Tebqa, Kobanê bi dehan mirovên me jin, zarok û kal hatine qetilkirin. Em ji vir dibêjin ku gelê Kurd ji bo Rojhilata Navîn û hemû baweriyan, hêzek e.”
Piştre girseyê pankartên “Kobanê rûmeta me ye” , “Defend Rojava”, “Lebe nicht den Kapitalismus Lass den Kapitalismus nicht Leben”, “ Frieden für Rojava und Syria, Nein zum Krieg”, “US stop supporting Turkish Massacre of Kurds” û alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hildan û dirûşmeyên “Hoch Die internationale Solidaritat”, “Türkischer Armee raus aus Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ”, “Bijî Berxwedana QSD” berz kirin û heta avahiya Rathaus meşiyan.
Di tevahiya rê de jî, bi zimanê Elmanî û Kurdî têkildarî êrîş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, daxuyanî hatin dayîn.