Li Hambûrgê dagirkerî hate protestokirin

Li Hambûrgê jin daketin qadan û li pêşiya fîrmaya Hermes a kredî dide dewleta Tirk çalakiyeke kirin.

Komek jin li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk fîrmaya Heeermes a kredî dide Tirkiyeyê protestokirin. Jinên ku li pêşiya fîrmayê kom bûn, rê li ketin û derketina fîrmayê girtin. Jinên ku xwe bi deriyê fîmayê ve girêdan, bi gotina ‘Bi krediyên hûn didin Tirkiyeyê welatiyên sivîl tên qetilkirin’ nerazîbûn nîşandan.

Jinên ji pêşiya fîrmayê veqetiyan çalakiya xwe li Altonayê domandin. Anja Flach a di çalakiyê de axivî got: “Bi baca em didin we mirov tên kuştin. Em hevkarên vî sûcî ne. Li dijî faşîzmê nerazîbûnên xwe raber bikin. Em her ku bêdeng bin mirov tên kuştin.

Welatiyên taxê jî bi gotina ‘Erdogan wê bibe belaya serê me tevan’ destek dan çalakvanan.