BI DÎMEN

Li Hamburgê civîna gel: Divê em li dijî tecrîdê qiyametê rakin

Siyasetmedar Dr. Îdrîs Balûken ê ku beşdarî civîna gel a li Hamburgê bû, diyar kir tecrîd li pêşiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd astengiya herî mezin e. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut jî got, "Divê em li dijî tecrîdê qiyametê rakin."

Li semta Bergedorf a Hamburgê di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civîna gel hat lidarxistin. Siyasetmedar Dr. Îdrîs Balûken û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di civîna gel a ku nêzî 300 Kurdistanî lê amade bûn de Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ewilî axivî. Zubeyde Zumrut, Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat qetilkirin bi bîr anî û got: “Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo hemû jinên bindest ên cîhanê bûya çavkaniya îlhamê. Divê têkoşîna me ya li dijî tecrîd û dagirkeriyê li her qadên jiyanê bêyî navber bidome. Divê em li dijî tecrîdê qiyametê rakin.”

Siyasetmedar Dr. Îdrîs Balûken jî di axaftina xwe ya bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî de bal kişand ser van tiştan: “Em weke gel li hemberî zext û polîtîkayên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li girava Îmraliyê weke sembola mirovahiyê û jiyana bi rûmet li ber xwe dide. Bê guman dîrok wê ne tenê weke rêberê gelan wê weke zana û fîlozofekî mezin binivîsîne. Ji ber vê yekê pêwîste bi xurtî beşdarî hemû çalakiyên li dijî tecrîdê bibin. Tecrîd li pêşiya yekîtiya me ya neteweyî astengiya herî mezin e.”