Li Hambûrgê 15 hezar kes li dijî nîjatperestiyê meşiyan

Li Hambûrgê kuştina George Floyd hate şermezarkirin. Kurdistaniyên ku li çalakiyê hazir bûn Bariş Çakan jî bi bîr anîn.

Kuştina George Floyd, welatiyê siyahî yê Emerîkî ya bi destê polîsan  li Elmanya Hambûrgê hate şermezarkirin.

Di meşa şermezariyê de derdora 15 hezar kesî hazir bûn û çalakger piranî ciwan bûn. Bi hezaran kesê ku Rathaûs-Jûngferstîegê komî ser hev bû, li gel Floyd, Bariş Çakan ku li paytexta Tirk Enqerê ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir, hatibû kuştin jî bi bîr anîn.

Dema meşê Kurdistanî jî di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Rojbîn de tevlî çalakiyê bûn.

Dema meşê gelek caran bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bimre faşîzm, bijî hevgirtina şoreşger'', '''Ne korona, nîjatperestî dikuje''.

Çalakî heta derengiya şevê dom kir.