Li Grîgny û Bordeaûx’ê ciwanan çalakî kir
Çalakiyên Kurdistaniyan ya bi daxwaza çêkirina hevdîtina parêzer û malbat ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Çalakiyên Kurdistaniyan ya bi daxwaza çêkirina hevdîtina parêzer û malbat ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Li paytexta Fransa Parîsê li banliyoya Grîngny û li bajarê Bordeaûx’ê çalakvanên TCŞ û Teko -Jin çalakî li darxistin.
GRÎGNY
Îro li paytexta Fransa Parîsê li banliyoya Grîgny’ê têkildarê rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, bi pêşengiya TCŞ û Teko-Jin çalakiyek lidarxist. Çalakvanan rêya giştî ya Grîgny Natîonal ji trafîkê re hate girtin.
Aktîvîstên TCŞ û Teko-Jin diyarkirin ku heya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe û raste rast bi parêzer û malbatê re hevdîtinê pêk neyne ewê çalakiyên xwe bidomînin.
Ciwanan bi berdewamî dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Lîberez Ocalan” hatin berzkirin û piştre çalakî bi dawî bû.
BORDEAÛX
Bajarê din yê ku ciwan di çalakiyê de bûn Bordeaûx e.
Li bajarê Bordeaûx’ê li ser banga aktîvîstên TCŞ’ê Kurdistanî di saet 16:00’an de li Place de La Boûrce hatin gel hev û ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were standin çalakiyek kirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Lîberte Pour Ocalan” û “Bijî berxwedana Îmralî” hatin qêrkirin.