Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Grazê damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin

Li Grazê salvegera 45'emîn ya PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê 45’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê hat pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, alên PKK û KCK’ê hatin xemilandin.

Di şahiyê de sirûda “Ey Raqîp” hat xwendin û ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Di şahiyê de Koma Dem, hunermend Meral Alkan û Seyda Perînçek derketin li ser dikê stran gotin. Girseya tevlî şahiyê bûn heta direngiya şevê li ber stranan govend gerandin.