Li Goteborgê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya çalakî hate kirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborg a Swêdê ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya çalakiyek kirin.

Çalavanan li pêşiya sefaretxaneyê pankartên bi nivîsa ‘Em ne terorîst, gel in’, ‘Guşarê li ser Tirkiyeyê bisepînin’ û ‘Erdogan rawestînin û bimre faşîzim’ hildan.

Çalakvanan daxwaza hevdîtinê bi rayedarên sefaretxaneyê re kirin.

Çalakvanên ku bi du erkdarên sefaretxaneyê re civiyan, ji bo wan li ser sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahî da. Çalakvanan daxwaz ji Rûsya kir ku êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Rojava bidin sekinandin.