Li Gîessenê şehîdên Garê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê yên ku di berxwedana Garê de şehîd bûbûn li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê yên ku di berxwedana Garê de şehîd bûbûn li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Li bajarê Gîeesenê yê Elmanyayê di şexsê şehîd Xabûr Dêrik (Cabbar Îsmaîl) de şehîdên berxwedana Garê hatin bibîranîn.
Bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Hevserokê Meclîsa Gel a Gîessenê axivî û diyar kir ku divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve.
Li ser navê KOMAW’ê jî di şexsê şehîdên Garê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate bibîranîn.
Li ser navê TJK-E û PYD’ê jî axadtin hate kirin û banga kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.