Li Gîessenê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Kurdistaniyên li bajarê Gîessenê ya Elmanyayê bi çalakiyekê ve 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Îro bi pêşêngiya Meclîsa Jin a Berçem ya Gîessenê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Kurdistaniyan bi meşê dest bi çalakiya xwe kirin, çalakî li Kîrchplatzê bi mitîngê dewam kir.

Di mitîngê de dirûşmeyên “Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û yên Elmanî hatin berzkirin. Di axaftinên ku hatin kirin de bal hate kişandin li ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di dîroka Kurdistanê û hate gotin “Divê em bêtir xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.”